PeyamaKurd – Îranê moşeka keştiyê ya nû ya bi navê Pave pêşkêş kir.
Fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê Serfermandar Emîr Elî Hacîzade di bernameyeke ku beşdarî televizyona fermî ya Îranê bû de axivî û diyar kir, moşeka nû ya Kruz 1650 kîlometre menzîla wê ye.
Di bernameyê de herwiha dîmenên moşekê hatin avêtin û piştre li hedefekê ket.
Hacîzade got, "Em ê tola generalê Îranî Qasim Silêmanî ku di sala 2020an de ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, hilînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin