PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bi daxuyaniyekê pîrozbahî li kabîneya nû ya Iraqê ya serokwezîrtiya Mustefa Kazimî kir û serkeftin jê re xwest.
Mihemed Cewad Zerîf li ser twitterê got: “Pîrozbahîya pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê li Mustefa Kazimî, parlamento û xelkê Iraqê dikim. Îran her dem li kêleka xelkê Iraqê ye û piştîvanîya wan dike.”
Parlamena Iraqê şevê din, di dengdanê de bawerî dabû hikûmeta nû ya Iraqê bi seroktiya Mustefa Kazimî û ji 22 wezîran 15 wezîrên kabîneyê bawerî standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin