PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê spasiya Îranê kir ji bo derbasbûna tankerên ku petrola Iraqê hildigirin ji Tengava Hurmuzê.
Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Wezareta Derve ya Iraqê, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve Fuad Husên bi Balyozê Îranê yê li Bexdayê, Mihemed Kazim El-Sadiq re civiya.
Di hevdîtinê de, Husên spasiya Îranê kir ji bo derbasbûna tankeran û girîngiya berdewamiya vê hevkariyê tekez kir.
Hussên helwesta dijî şer a Iraqê dubare kir, û tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna pevçûnan û girîngiya çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalog û danûstandinên aştiyane kir.
Wî herwiha diyar kir ku nêzîkatiyek vekirî û maqûl a li ser bingeha diyalogê li herêmê dê hevkariya di navbera welatan de xurt bike û beşdarî aramiya hevpar bibe.
Balyozê Îranê El-Sadiq helwesta welatê xwe li ser pêşketinên dawî yên têkildarî şer vegot. Di hevdîtinê de pêşketinên herêmî û bandorên wan jî hatin nîqaşkirin.