Iraq | Serbazekî Amerîkayê mir, hevpeymaniyê daxuyanî da

Iraq | Serbazekî Amerîkayê mir, hevpeymaniyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Nînowa ya Iraqê serbazekî amerîkî miriye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro şemiyê 20ê Nîsana 2019an serbazekî amerîkî li Bakurê Iraqê li parêzgeha Nînowa miriye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew serbaz ne ji ber bûyereke serbazî miriye û navê wî jî nehat eşkerekirin.

Hevpeymaniyê destnîşan kir ku ew dê derbarê bûyera mirina serbazê amerîkî de zanyariyên zêdetir di demeke guncaw de ji raya giştî re parve bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin