PeyamaKurd - Serokê Tugaya Ebu Fazil Ebas ku grubeke milîşeyên şîe ye, Avs Havacî ji ber rexnegirtina Îranê li Iraqê hat girtin.
Li gor çavkaniyên ewelakiryê yên Iraqê Avs Hawacî li biryargeha xwe ya Bexdayê ji aliyê yekîneyeke Heşda Şeibî û hezên operasyonê yên Bexdayê ve hatiye girtin.
Her çiqas li ser girtina wî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn jî Avs Havacî beriya girtinê bi çend saetan di televizyoneke Iraqê de rexne li Îranê girtibûn û ji bo kuştina roman nivîs Ala Meşdub ku li başûrê Kerbelayê hatibû kuştin gotibû, “Ala Meşdub ji aliyê kesên girêdana wan bi Îranê re heye û jê hez dikin ve hat kuştin.”
Ala Meşhubê ku 2yê Sibatê bi sûîqestê hatibû kuştin beriya kuştina xwe bi çend rojan li ser hesabê xwe yê medya civakî rexne li şoreşa Îranê girtibû û Rêberê Îranê Ayetullah Xamaney rexne kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin