PeyamaKurd – Li bajarê Nasiriye yê başûrê Iraqê, xwepêşandarên li dijî Hikûmeta Iraqê agir berdan du avahiyên partiyên siyasî.
Li bajarê Kerbala yê li başûrê Iraqê, di encama bertekên xwepêşandarên ku destekariya tund a hêzên ewlehiyê li hember koma xwepêşandarên li dijî Hikûmeta Iraqê, li bajarê Nasiriye, agir berdan avahiya Hereketa Hikme ya di bin serokatiya Ammar el-Hikme û avahiya Rêxistina Bedir. Piştî şewatê, bo temirandina agir tîmên agirkujê bo herêmê hatin şandin. Agirê avahiyê ji aliyê wan hat vemirandin, xwepêşandaran li ser pira el-Hazarat agir bi tekeran xistin û rê bo çûnûhatinê girtin.
Ji aliyê din ve, li bajarê Kerbelayê piştî hêzên ewlehiyê bi tundî, ji ber dirûşmên li dijî Îran û Amerîkayê digotin, mudaxeleyî komek tevlî merasîma Erbaîn bûn kirin û ji 100î zêdetir kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin