3 parlamentarên Iraqî radestî Bexdayê hatin kirin

3 parlamentarên Iraqî radestî Bexdayê hatin kirin

PeyamaKurd - Di çarçoveya operasyona dijî gendeliyê ya Iraqê de, hûrgiliyên nû yên derbarê girtina berpirsên payebilind de eşkere bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê (Asayîş û Dijeteror) bi fermana dadwerîya Iraqê 3 parlamenterên Iraqî û 5 parêzvan û karmendên bi wan re li bajarê Hewlêrê desteser kirin.

Ew kesên desteserkirî, doh Yekşemê (28ê Hezîranê) li xala kontrolê ya navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, radestî tîmên Desteya Destpakiyê ya Iraqê (Nazaha) û Hêzên Bertekdana Bilez hatin kirin daku ji bo lêpirsînê veguhezînin Bexdayê.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyeke ji Idareya Parêzgeha Hewlêrê daye zanîn, ev parlamenter û karmend ji bo xweveşartinê nereviyane Kurdistanê, lê belê malên wan li Hewlêrê ne û bi malbatî li wir dijiyan.

Du ji wan parlamenteran li "Gundê Spanî" (Spanish Village) û yê din jî li komelgeha "Gencan City" ya Hewlêrê hatine girtin.

Di dema desteserkirinê de 10 milyon dînar û 15 çekên ji cureyê demançe û M4 bi wan re hatine desteser kirin.

Navên parlamenter û parêzvanên hatine girtin

Ziyad Tariq Cenabî: Parlamenterê Hevpeymaniya Serweriyê (bi serokatiya Sermed Xemîs Xencer).

Mihemed Cemîl Meyahî: Parlamenter, Serokê Hevpeymaniya "Wasit Ecmel" û parêzgarê berê yê Wasitê.