Letîf Reşîd û şanda PDKê li Bexdayê civiyan: Çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin

Letîf Reşîd û şanda PDKê li Bexdayê civiyan: Çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li Koşka Selamê ya li Bexdayê, pêşwazî li şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Hate ragihandin ku di civînê de, mijarên herî girîng ên siyasî û niştimanî hatin gotûbêjkirin.

Serokomarê Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên cemidandî tekezî li ser girîngiya berdewambûna hevtêgihîştin û hevahengiya navbera aliyên siyasî kir û bal kişand serd piştgirîkirina proseya siyasî bi rêya diyaloga avaker û hevbeşiya niştimanî.

Herwiha Reşîd, pêwîstiya berfirehkirina çarçoveya hevkariyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de anî ziman ku bi şêweyekî li ser bingeha destûrê be û hevsengiya di birêvebirina dosyeyên hevbeş de biparêze.

Di civînê de, behsa geşedanên navçeyê û bandora wan li ser Iraqê hat kirin. Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêkanîna siyaseteke hevseng ku berjewendiyên welat biparêze û ewlehî û aramiya Iraqê di nav dijwariyan de biparêze.