PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şandeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro 31ê Adarê gihîştiye Bexdayê û armanca serdanê gotubêjkirina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û proseya siyasî ya Iraqê ye.
Şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî û endametiya Fewzî Herîrî, Newzad Hadî û Umîd serdana Bexdayê kir.
Biryare şanda PDKê bi serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê re li ser sê mijarên çarenivîsî bicive ku yek ji wan rawestandina êrîşên moşekî û dronî yên ku di demên dawî de li ser Herêmê zêde bûne.
Mijara duyem, gotûbêjên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ye û mijara sêyemîn a gotûbêjan jî diyarkirina namzedekî ji bo posta Serokkomariya Iraqê ye.