Li Bexdayê operasyon: 318 kes hatin desteserkirin

Li Bexdayê operasyon: 318 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Çavkaniyeke ji hikûmeta Iraqê ragihand ku hêzên ewlehiyê di çarçoveya helmeteke berfireh de li kerta Resafeyê karîne 318 kesan bi tohmetên cihê cihê desteser bikin.

Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê, kesên ku hatine girtin ji kesên serxweş, parsek û ew kesên ku şert û mercên manê û rûniştinê yên li welat binpê kirine pêk tên.

Di hûrgiliyên operasyonê de hat diyar kirin ku ji ber sedema serxweşiyê 222 kes hatine desteserkirin.

Her wiha hat ragihandin ku 50 parsek û 46 kesên din jî ku welatiyên biyanî û ereb bûn û qanûnên rûniştinê binpê kiribûn hatine girtin û ji bo pêngavên qanûnî ji aliyên peywendîdar re hatine şandin.