Iraqê girtina qada asmanî 72 saetên din dirêj kir

Iraqê girtina qada asmanî 72 saetên din dirêj kir

PeyamaKurd - Saziya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê ragihand ku wekî rêkareke xweparastinê, asmanê Iraqê dê ji bo dema 72 saetên din ji hemû geştên asmanî re girtî bimîne.

Desthilata Balafirvaniyê ya Sivîl a Iraqê îro 19ê Adarê eşkere kir ku, biryar hatiye dan ku dema girtina asmanê Iraqê ji bo hemû balafirên ku tên nav welat an jê derdikevin û yên ku di asmanê wê re derbas dibin jî ji bo dema 72 saetên din bê dirêjkirin.

Hate diyarkirin, ew biryar ji saet 12:00ê nîvroya îro Pêncşemê hatiye destpêkirin û dê heta saet 12:00ê nîvroya roja Yekşemê bidome. Ev jî wekî rêkareke xweparastinê ya demkî tê bicihanîn.

Di beşeke din a wê daxuyaniyê de hatiye gotin, ev biryar li ser bingeha nirxandina berdewam a rewşa ewlehiyê û pêşketinên deverê hatiye dayîn. Hate diyarkirin ku li gorî pêşketin û guhertinên nû, rewş dê careke din bê nirxandin û biryarên pêdivî dê bên dayîn.

Hêjayî gotinê ye, tevî van biryaran jî Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, çend caran ketiye ber êrîşên bi moşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê ve hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavê dike armanc.