IRNA: Di êrişên DYA yên li ser başûrê Îranê de 20 kes hatin kuştin

IRNA: Di êrişên DYA yên li ser başûrê Îranê de 20 kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê "IRNA" di encama êrişên hewayî yên DYAyê yên li ser başûrê Îranê de ku şeva 1ê Îlonê hatin encamdan, 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di van êrişan de li parêzgeha Kirmaşanê 4 leşkerên firokevan hatine kuştin.

Dîsa li parêzgeha Xuzistanê 8 kes, li parêzgeha Hurmizganê di dawetekê de 4 kes û li girava Lawanê jî 4 endamên hêzên Basîcê jiyana xwe ji dest dane.

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku ev êrişên wan ên berfireh wek bersivekê bûn ji bo hewldanên Îranê yên ji bo danîna mînan di Tengava Hurmuzê de û her wiha êrişa mûşekî ya li ser baregeha Amerîkî ya li Urdunê.

Wekî bersivdanekê jî, Supaya Pasdaran a Îranê bi dron û mûşekên balîstîkî êrişî ser baregeh û armancên li Kuweyt, Urdun, Behreyn û bajarê Hewlêrê kir.