Di êrişên DYA yên ser Îranê de 9 leşker hatin kuştin

Di êrişên DYA yên ser Îranê de 9 leşker hatin kuştin

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Tasnimê ya Îranê der barê hejmara leşkerên Îranê yên ku di êrişên dawî yên Amerîkayê de hatine kuştin, agahiyên nû belav kiriye.

Li gorî Tasnimê, 6 endamên hêza deryayî ya artêşa Îranê di dema êrişên dawî yên Amerîkayê li ser çend deverên başûrê Îranê de hatine kuştin.

Ajansê her wiha ragihand ku 3 pîlotên artêşa Îranê jî di heman şevê de di encama êrişên Amerîkayê de hatine kuştin.

Bi vê ragihandinê re, hejmara leşkerên Îranê yên ku Tasnimê kuştina wan di encama vê gera êrişên Amerîkayê de ragihandiye, gihiştiye 9 kesan.

Ji aliyekî din ve, li gorî agahiyên rayedarên Îranê, di navbera 30ê Tebaxê û 2ê Îlonê de, di êrişên Amerîkayê de bi giştî 18 kes hatine kuştin û 142 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku di navbera Amerîka û Îranê de ji bo mehekê rawestaneke şer de çêbû, di dawiya Tebaxê û destpêka Îlonê de êrişên Amerîkayê li ser armancên Îranê ji nû ve dest pê kirin.

Li gorî raporan, Amerîka di êrişên xwe de cihên leşkerî yên Îranê bune armanc.

Îranê jî bi dronan bersiva van êrişan da û cihên Amerîkayê li çend deverên herêmê bun armanc.

Di egera dewama van êriş û bersivan de, metirsiya berfirehbûna pevçûnê li Rojhilata Navîn zêde dike, bi taybetî ji ber girîngiya Tengava Hurmuzê û bandora wê li ser ewlehiya rêyên veguhastina enerjiyê.