Li bajarê Pawe 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li bajarê Pawe 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li eyaleta Kermanşanê li bajê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 leşkerên artêşa Îranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn ku yek ji wan niha di ber mirinê de ye. Grûbekî bi navê “Xorî Hîwa” (Roj a Hêviyê) ku nû hatiye damezrandin rûdanê girt ser xwe.

Li gor ragihandina komela mafên mirovan ya Hengawê; rûdan di 29ê Hezîrana 2026an de li bajarê Pawe li taxa Mîrabadê qewimiye. Her dû kesên hatine kuştin; Xalid Xalidî û Burhan Karisani ne ku di nav xelkê de bi cahşîtî hatine naskirin.

Her dû birîndar jî leşkerên bi navên Kamil Şabrang (Kamil Hajiji) û Kamal Abdi ne. Hengawê ragihand ku Hajiji li ber mirinê ye.

"Xori Hiwa", bi daxwuyaniyekî fermî bûyere girtiye ser xwe. Grûba navborî ragihandiye ku Xalidi di wexta tevgera Jin-Jiyan-Azadî de, di kuştina çalakvanên Javanrudê de û di tepisandina çalakiyan de rolekî mezin leyîstiye û bi dewletê re li çalakvanên Kurd xistiye.

Bi îhtîmalekî mezin her kesên navborî di artêşa Îranê de bi cahşîtî dixebitîn.