PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ), li ser zarê berpirsên DYAê û çavkaniyên agahdar ragihand ku rêveberiya Washingtonê di wê baweriyê de ye ku nêzîkî 50 keştiyên bazirganî rastî êrişên sîberî hatine.
Hat diyakirin ku ev keştî guhestina neft, gazên şikilkirî (LPG), berhemên kîmyewî û madeyên teqîner pêk tînin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji tankeran re hişyariya teqandinê û gefên bombeyan hatine kirin. Her wiha hat îddîakirin ku berpirsên Amerîkî Îranê wekî "bersûcê sereke" û Rûsyayê jî wekî "sûcdarê gengaz" di van êrişên sîberî de dibînin.