PeyamaKurd- Radyoya Cadena Ser ragihand ku wezareta bergiriyê ya Îspanyayê berê peyman girêdabû ku bi bihayê 9,2 mîlyar dolarî 400 heb bombeyên xesas yên bi îdarekirinê bifroşe Erebistana Si’ûdiyê. Lê niha dev ji biryara xwe berda û wê 9,2 mîlyon dolarê Erebistanê bi paş de bide wan.
Sedema rawestandina biryarê ew e ku wê di bombebarana Yemenê de bikarbîne. Li gor ajansa fermî ya EFE yê; piştî pere bê dayîn wê peymana di ku sala 2015an de bi Erebistanê re hatibû çêkirin, betal bibe. Wezaret li ser mijara ku di bombekirina otobusa zarokên di 16 ê tebaxê de hatibû kirin, dewleta Îspanya biryarê dabû ku car din peymanê di çav de derbas bike.
Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan Îspanya sala borî bi bihayê 270 mîlyon ewroyê sîlih firotibû Erebistanê. Ev reqem ji sala 2015an heya niha an ku ji destpêka şerê Yemenê heya niha gihaye 900 mîlyon ewroyî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin