PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz, derbarê agirbesta 10 rojî ya ku bi serperiştiya Serokê DYA’yê Donald Trump hatibû ragihandin de daxuyaniyên tund dan.
Katz destnîşan kir ku ev agirbest tenê "demkî" ye û artêşa Îsraîlê li herêmên dagirkirî yên Libnanê dimîne. Katz got, "Şer berdewam dike û em hîn negihîştine armancên xwe." Katz eşkere kir ku wan li başûrê Libnanê, ji beravên deryayê heta herêma Hermonê, "herêmeke ewlehiyê" ya bi kûrahiya 10 kîlometreyan ava kiriye û xelkê wê herêmê bi darê zorê dane koçkirin.
Katz her wiha li mikur hat ku ew hîn negihîştine xeta Çemê Lîtanî û tekez kir ku divê êrîşên li ser wê herêmê berdewam bikin. Wî hişyarî da ku eger êrîşên wan ji nû ve dest pê bikin, sivîlên ku vegeriyane başûr dê careke din bi zorê werin derxistin. Tevî ku agirbesta Trump roja pêncşemê hatibû ragihandin