PeyamaKurd - Raporên ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê di şevê de bi êrîşên hewayî deverên başûr hedef girtine.
Di raporê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Kefr Dunîn ê li parêzgeha Nebatiyeyê bombebaran kirine û herwiha bajarokê Benaful ê li parêzgeha Sidonê, li başûrê paytext Beyrûtê jî hedef girtine.
Di raporê de herwiha hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di şevê de bi topên obusê bajarokên li herêma rojavayê Bekaayê hedef girtine.
Di heman demê de, daxuyaniyek nivîskî ya artêşa Îsraîlê îdia kir ku ew "êrîşên xwe yên li dijî binesaziya Hizbullahê li herêmên cuda yên başûrê Lubnanê didomînin."