Îsraîl dê di berdêla cendekên 2 hevwelatiyên xwe de 301 Filistîniyan berde

Îsraîl dê di berdêla cendekên 2 hevwelatiyên xwe de 301 Filistîniyan berde

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Îsraîlê dê di nav 2 rojan de dê di berdêla cendekên 2 hevwelatiyên xwe de yên di destên Hemasê de nîvê 602 girtiyên Filistînî berde ku diviyabû roja Şemiya borî berda.

Kanala 12ê ya Îsraîlê diyar kir ku ji bo Hemasê pêşniyarek tê gotûbêjkirin ku di berdêla berdana 301 girtiyên Filistînî de cendekên 2 hevwelatiyên Îsraîlê radestî Misrê bike. 

Her weha hat gotin ku heger ev pêşniyar bê qebûl kirin, ev yek dê careke din dê ji bo cendekên hevwelatiyên din ên Îsraîlê jî bê kirin, Îsraîlê di berdêla cendekên 4 hevwelatiyên xwe de bi tevahî dê 602 girtiyên Filistînî berde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin