Îsraîl: Divê Amerîka Nobedarên Soresa Îslamî ya Îranê ji lîsteya res dernexîne

Îsraîl: Divê Amerîka Nobedarên Soresa Îslamî ya Îranê ji lîsteya res dernexîne

PeyamaKurd Îsraîlê bi daxuyaniyekê ji Amerîkayê daxwaz kir, Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê di berdela "sozên vala" de ji lîsteya reş a rêxistinên terorê yên bîyanî dernexîne.

Serokwezîrê Îsraîlê û Wezîrê Karên Derve bi daxuyaniyeke hevbeş dan zanîn, em bawer dikin ku Amerîka di berdela sozên pûç yên terorîstan de, wê dest ji hevalbendên xwe yên nêzîk bernede.

Herwiha eşkere kirin, “Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) rêxistineke terorîst e ku tevî Amerîkî yan bi hezaran kes kuştine. Em bawer nakin ku Amerîka destnîşankirina IRCG ya wek rêxistineke terorîst betal bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin