PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Asmanî ya Îsraîlê Sergeneral Tomer Bar, bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêza Asmanî ya Îsraîlê wê her veguhestina çekan a ji Îranê ya ji bo Hizbullaha Lubnanê rawestîne û di dema her operasyoneke bejayî ya li dijî wê rêxistinê de, ew ê rêyên piştgirîdayînê têk bibe.
Fermandarê Hêza Asmanî ya Îsraîlê Sergeneral Tomer Bar got: "Em ê li Lubnanê rê li ber egera veguhestina çekan a ji aliyê Îranê ya ji bo Hizbullahê bigirin."
Ji aliye din ve artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li ser înternetê hesabên sexte yên endamên Hizbullahê yên ji bo berhevkirina daneyên sîxuriyê yên di derbarê arastekirina hêzên artêşa Îsraîlê de kom dikin dîtine.
Di daxuyaniya ku li ser malpera artêşê de hate weşandin de wiha hate gotin: "Ew carinan xwe wek endamên artêşa Îsraîlê nîşan didin û bi leşkerên artêşê re pêwendiyên kesane datînin û daneyan berhev dikin."
Artêşê ji ber vê yekê hemû leşkerên xwe hişyar kir ku hay ji vê rêbaza Hizbullahê hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin