Îsraîl: Êrîşên li ser Îranê dê herî kêm 3 hefteyên din berdewam bikin

Îsraîl: Êrîşên li ser Îranê dê herî kêm 3 hefteyên din berdewam bikin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyonên wan ên asmanî yên li dijî Îranê dê herî kêm sê hefteyên din bidomin. Hat diyarkirin ku tevî êrîşên giran ên heta niha, bi hezaran hedefên leşkerî hîn jî di lîsteya artêşê de ne û li benda lêdanê ne.

“Heta Cejna Paskalyayê planên me hene”

Berdevka Artêşa Îsraîlê, Tuggeneral Effie Defrinê di daxuyaniyekê de ji bo tora CNNyê diyar kir ku stratejiya wan a leşkerî bi hevahengiya Amerîkayê berdewam dike. Defrinê got:

Bi hezaran hedef li pêşiya me ne. Bi hevalbendên me yên Amerîkî re planên me hene ku herî kêm heta Cejna Paskalyayê (5ê Nîsanê), ku nêzîkî sê hefteyên din e, dirêj dibin. Her wiha planên me yên hîn kûrtir hene ku sê hefteyên din jî li ser hatine zêdekirin.”

400 pêlên êrîşê û wêrankirina binesaziyê

Li gorî amarên Artêşa Îsraîlê, ji destpêka şer (28ê Sibatê) heta niha, nêzîkî 400 pêlên êrîşan li Rojhilatê Kurdistanê û navenda Îranê hatine kirin. Di van operasyonan de binesaziya leşkerî, yekîneyên êrîşkar, sîstemên parastinê û navendên hilberîna çekan hatine hedefgirtin. Rayedarên Îsraîlî tekez dikin ku Amerîka û Îsraîlê bi hev re heta niha bi hezaran xalên stratejîk ji holê rakirine.

Armanc lawazkirina rejîmê ye

Tuggeneral Defrinê destnîşan kir ku artêş ne li gorî salnameyeke asayî, lê li gorî bidestxistina armancên leşkerî pêş dikeve. Wê got:

Armanca me ya sereke ew e ku em rejîma Îranê bi giranî qels bikin û şiyana wê ya gefxwarinê ji holê rakin.”