Îsraîl jimara balafirên filoya F-35I derdixe 100 balafiran

Îsraîl jimara balafirên filoya F-35I derdixe 100 balafiran

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îsraîlê ragihand ku wê du fîloyên din yên balafirên şer yên ji DYAyê bikirin yên balafirên F-35I û F-15Iyan biyarnamê îmza kirine.

Wezaretê di daxwuyaniya xwe de got ku piştî şerê bi Îrane re, ji şer dersan hîn kirine û di encamê de biryara temamkirina 2 fîloyên ji cûre balafirên navborî dane.

Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku biryarê dane wê ji Lockheed Martinê filoya 4em ya balafirên F-35Iyan û ji Boeingê filoya 2em ya ji balafirên F-15IA dê bikirin.

Kirîna balafiran di çarçove ya ku berê serokwezîr Benyamin Netenyahu û wezîrê berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz tesdîq kiribûn û bihayê planê li dora 350 milyar Şekelê Îsraîlê bû û dê di nav 10 salan de bihata bicîhanîn de ye.

Di peymanê de heye ku temamê fîloyan entegreyê artêşa Îsraîlê bikin, tamîra wê ya berfireh heye, bidest xistina perçên îhtîyadî hene û di nav de desteka lojîstîk jî heye.

Di daxwuyaniyê de, rêvebirê giştî yê wezareta bergiriyê Amir Baram wê di rojên pêşde here misyona Îsraîlê ya li Washingtonê û ji bo temamkirina karê fîloyan bi hukumeta Amerîka re bigihên encamê.

Di salên pêşiya me de, bi kirîna balafirên navborî dê jimara balafirên di enwantera artêşa Îsraîlê de yên F-35Ian bigihê 100 balafiran û yên fîloyên balafirên F-15Ian dê bigihê 50 balafiran.