PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan du komên ku îdia kiribûn xwe amade dikirin ji sînorê Lubnanê êrîşî aliyê Îsraîlê bikin, gulebaran kirin.
Di daxuyaniya ku derbarê mijarê de hat dayîn de hat diyarkirin ku komên navborî û nuqteyeke Hizbullahê hatine derbkirin. Di pevçûnan de 56 endamên Hizbullahê û 4 leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlî ragihand ku wan du komên ku îdia kiribûn ji axa Lubnanê amadekariya êrîşê dikirin, gulebaran kirin.
Herwiha di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin, 2 komên ku ji sînorê Lubnanê amadekariya êrîşa li ser aliyê Îsraîlê dikirin hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, komên navborî û xaleke Hizbullahê hatine derbkirin.
Ji aliyê din ve di şerê ji 8ê Cotmehê û vir ve di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbullahê de 56 endamên Hizbullahê û 4 leşkerên Îsraîlê mirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin