PeyamaKurd - Îsraîl piştî hêrişa bi roketan a li dijî Girên Golanê yên li ser sînorê Lubnanê ku tê de 12 ciwanan can dan, li dijî Hizbullahê hêrişên dijwar pêk anî.
Duh, li dijî qada fûtbolê ya navçeya Mejdel Şems a bajarê Duzî, bi roketan hêriş pêk hat û di encamê de 12 ciwanên ku li qadê bûn canê xwe ji dest dan.
Îsraîlê, di derbarê hêrişê de Hizbullaha Lubnanê wek berpirsê hêrişê destnîşan kir û da zanîn ku wan dest bi tolhildana hêrişa qada fûtbolê kirine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro serê sibehê hêzên wan li dijî baregeh û xalên leşkerî yên Hizbullahê yên di nav axa Lubnanê de hêrişên tund ên asmanî pêk anîne.
Di derbarê mirin birîndarî û ziyanên malî yên encama hêrişa Îsraîlê de heta niha ti ragihandineke fermî nehatiye belavkirin.
Zêdebûna tansiyona pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê potansiyela şerekî berfireh zêdetir dike. Îsraîl û Hizbullah ji meha Cotmehê vir ve li ser sînor şer dikin.
Hêrişa roja Şemiyê ya li ser qada futbolê, wek hêrişa herî kujer a li sînorê bakurê Îsraîlê ya ji 7ê Cotmehê vir ve hate tomarkirin.
Piştî vê hêrişê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li dijî Hizbullahê soza tolhildanê da û got: “Wê Hizbullah berdêleke giran bide".
Hêza hewayî ya Îsraîlê ragihand ku hêzên wan tevahiya şevê hêrişî “armancên terorîstan" ên wekî depoyên çekan û binesaziyên leşkerî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin