Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji Trump re: Em ji kesî destûrê naxwazin!

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji Trump re: Em ji kesî destûrê naxwazin!

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku ew bawer dike Îsraîl wê ji başûrê Lubnanê vekişe û got, "Me ji kesî destûr nexwest ku em bikevin Lubnanê û em ne hewceyî destûra kesî ne ku li wir bimînin."

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Katz bi nivîskî bersiva gotinên Trump ên ku di dema Lûtkeya NATOyê ya li Enqerê de hatine kirin da.

Katz diyar kir ku artêşa Îsraîlê wê hebûna xwe li başûrê Lubnanê biparêze û got, "Heta ku Hizbullah li seranserê Lubnanê bê çekkirin û gefa li ser welatiyên me yên li bakur dijîn bi tevahî ji holê rabe, em ê li herêma ewlehiyê bimînin û heya ku pêwîst be ji wir operasyonan bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îdia kir ku hebûna leşkerî li başûrê Lubnanê ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyên Îsraîlê tê parastin.

Di Lûtkeya NATOyê ya li Enqerê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî mijara vekişînê ji Lubnanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re nîqaş kiriye û got ku ew bawer dike ku Îsraîl wê leşkerên xwe ji başûrê Lubnanê yê dagirkirî vekişîne.

Di heman demê de, têkiliyên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, bi navbeynkariya DYA, berdewam dikin. Balyozên her du welatan di meha Nîsanê de dest bi danûstandinên rasterast kirin û di 26ê Hezîranê de di navbera aliyan de "peymanek çarçove" hate îmzekirin.