PeyamaKurd – Hêzên Parastina Îsraîlê li ser îstîxbarata hesas û kalîta wê bilind, di operasyonekî mezin de, di nav 1 deqeyekî de li 3 deveran operasyon kir û 180 çekdarên Hîzbûllahê kuşt.
Li Beyrûd, Bekaa û Başûrê Lubnanê, artêşa Îsraîlê li navendên fermandariyan, gelek avahiyên bingehîn yên ji aliyê Hîzbûllahê de ji bo operasyonan dihatin bikaranîn, gelek avahî û tesîs bi temamî li 100 hedefan xistin.
Artêşa bergiriya Îsraîlê, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku berya operasyonan, heya ji dest hatiye, muhîmmatên hesas, çavdêriya hewayî ya hessas û zerara kêm ku bigihê sîvîlan, operasyon hatin eyarkirin.