PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê Xê gefa êrîşê li rayedarên Îranê yên ku Rêberê nû yê olî hildibijêrin xwar.
Adraee got: "Piştî rûxandina Xameneyê zalim, rejîma terorê ya Îranê hewl dide xwe ji nû ve kom bike û Rêberekî Bilind ê nû hilbijêre. Tê çaverêkirin ku Konseya Pisporan a Îranê ku 40 sal in neciviyaye, di demeke nêzîk de li bajarê Qumê bicive."
Berdevkê Îsraîlî destnîşan kir ku ew dê dudilî nebin ku rêberê nû yê Îranê yê ku bê hilbijartin bikin hedef.
Adraee herwiha gefa hedefgirtina kesên ku dê beşdarî rûniştina hilbijartinê bibin jî xwar.