Îsraîlê bang li hemû Cihûyên li Brîtanyayê kir!

Îsraîlê bang li hemû Cihûyên li Brîtanyayê kir!

PeyamaKurd - Piştî êrîşa bi kêrê li ser du Cihûyan li Londonê, Wezîrê Koçberî û Entegrasyonê yê Îsraîlê Ofir Sofer bang li Cihûyên li Brîtanyayê kir ku koçî Îsraîlê bikin.

Wezîr Sofer ev gotin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşa li Londonê de kir.

Sofer îdia kir ku "rewşa ewlehiya kesane ya Cihûyên Brîtanî berdewam xerabtir dibe", û îdia kir ku êrîşa li Brîtanyayê "cidî û fekardar" bû.

Wî diyar kir ku "êrîş nîşan dide ku antîsemîtîzma zêde dibe û bêhêziya hikûmeta Brîtanî jî pê re heye", û Cihûyan bi gotinên "Dewleta Îsraîlê mala gelê Cihû ye" vexwend Îsraîlê.

Sofer tekez kir ku ew "bi her awayî dixebitin" da ku koçberiya Cihûyan bo Îsraîlê teşwîq bikin û ragihand ku ew ê hefteya bê biçin Londonê da ku "fûareke koçberiyê organîze bikin da ku agahdarî û alîkariyê bidin kesên eleqedar."

Çi qewimî?

Li Golders Green, taxeke li Londonê ku nifûsa Cihûyan pir e, du kes bi kêran rastî êrîşê hatin. Polîsên Brîtanî, bûyerê wekî "êrîşek terorîstî" bi nav kirin, gumanbarekî 45 salî girtin.

Polîs diyar kir ku gumanbar "dîroka tundûtûjî û pirsgirêkên tenduristiya derûnî" heye û lêpirsînên li ser gumanbar berdewam dikin.