PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li baregeha Hamaney xist. Baregehê ji bo Ayetullah Hamaney amade kiribûn da ji wê derê revebiriyê bike û şer îdare bike lê bê ku Hamaney baregehê bikarbîne hat kuştin. Îsraîlê bi 50 balafiran li baregehê xist û di êrîşê de 100 bambeyan bikaranîn.
Baregeha di binê erdê de, ji bo rêvebiriya Îranê tê de şer îdare bike hatiye avakirin û navendekî rewşên lezgîn e.
Hatiye gotin ku wê rêvebiriya Îranê li wê baregehê bicive û artêşa Îsraîlê ragihandiye ku bi bombekirina baregehê, şiyanên rêvebirî û kontrolê zerarekî baş diye.
Li ser bombebaranê, heya niha Îranê ti ragihandinekî nekiriye.