Îsraîlê car din li dibistanekî xist: 5 Fîlîstînî mirin

Îsraîlê car din li dibistanekî xist: 5 Fîlîstînî mirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê, ji hewa de, li Xezayê, li bakûrê wê, li dibistanekî xist û di encamê de 2 heb ji wan zarok 5 kesan kuşt. Dibistana ku artêşa Îsraîlê lê xist, tê de Fîlîstîniyên ku xwe tê de hewandibûn hebûn.

Berdevkê rêvebiriya parastina sîvîl yê Xezayê Mahmud Basal, di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku Îsraîlê, li Xezayê, li taxa Ez-Zeytûnê, li dibistana Şehîdên Zeytûnê xistiye û di derbarê bûyerê de agahiyan daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin