PeyamaKurd – Berdevkê Lîwayên Qesam ên Tevgera Hamasê Ebu Ubeyde, ragihand ku wan bi rêya Qetarê peyam şandiye û xwestiye 2 welatiyên dîlgirtî serbest berdin, lê Îsraîlê ew yek red kiriye.
Li gorî daxuyaniya Ebu Ubeyde, wan xwestiye du welatiyên sivîl ên îsraîlî ku hatine dîlkirin, ji ber hincetên mirovî azad bikin û wan bi rêya Qetarê peyam şandiye, lê Tel Avîvê ew yek red kiriye.
Ebu Ubeyde gotiye kesên dixwestin wan berdin jî navê wan Norit Yitzhak û Yokhfad Levşetz' in.
Herwiha Hamasê berî niha ragihandibû ku dê Îsraîl nikaribe rehiyên sivîl wekî karta mizakereyan bikar bîne, ew dê di demên guncaw de wan serbest berdin.
Li gorî raporeke artêşa Îsraîlê 210 Îsraîlî di êrîşa 7ê Cotmehê de, ji aliyê Hamasê ve hatine revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin