PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê du operasyonên nû yên ketina nav axa Sûriyeyê di nav sînorên Parêzgeha Quneytrayê de li başûrê rojavayê Sûriyeyê pêk anîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA, hêzên Îsraîlê ketine derdora gundê Seyda Hanut li gundewarê başûrê Quneytrayê. Yekîneyeke Îsraîlê ya ji sê wesayîtên leşkerî pêk dihat ji herêma Tel Ebû Geysar ber bi gund ve çû, li herêma Maaker bicîh bû û piştî demek kurt vekişiya.
Di heman rojê de, yekîneyeke din a Îsraîlê ya ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, bi rêya deriyê Tel Jel ket derdora bajarokê Rafîd ê li heman parêzgehê.
Di çend mehên borî de, destwerdanên Îsraîlê yên nav axa Sûriyeyê bûne diyardeyek rojane. Ev operasyon ne tenê bi tevgerên leşkerî ve sînordar in; di heman demê de serdegirtinên malan, avakirina xalên kontrolê û desteserkirina sivîlan jî dihewîne.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera diyar kir ku danûstandinên bi Îsraîlê re hîn negihîştine astek bê encam, lê pêvajo bi zehmetiyek mezin pêşve diçe ji ber israra Îsraîlê ya li ser mayîna li ser axa Sûriyeyê.