Îsraîlê dubare hêrisî Lubnanê kir

Îsraîlê dubare hêrisî Lubnanê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku frokeyên şer ên Îsraîlê cara duyem li dijî bajarê Baalbek ê li rojhilatê Lubnanê li nêzî sînorê Sûriyeyê hêrişeke hewayî pêk anîn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê (NNA), frokeyên şer ên Îsraîlê hêrişî bajarokê Ensar ê li başûrê bajarê Baalbekê kirin.

Hat diyarkirin ku şêla hêrişê avahiyeke ku tê angaştin berpirsên Hizbullaha Lubnanê tê de bi cî ne bûye û piştî avêtina bombeyan li herêmê dûman bilind bûye.

Di derbarê kuştî û birîndaran de heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Bajarê Ensar bi qasî 100 kîlometre dûrî sînorê Îsraîl û Lubnanê ye.

Di nûçeyeke din a NNAyê de hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarokê Nakura yê li herêma sînorê başûrê Lubnanê ye jî, li dijî malekê hêrişeke hewayî pêk aniye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin