PeyamaKurd - Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Îranê berfirehtir kirin û vê carê keştiyên Hêza Deryayî ya Îranê li Deryaya Xezarê hedef girtin. Hat ragihandin ku di vê êrîşa asmanî de li zêdetirî 5 qeyikên mûşek-hilgir hatine dan.
Malpera nûçeyan a Îsraîlî i24NEWS duh, şeva Çarşemê (18ê Adarê) li ser zarê çavkaniyeke payebilind ragihand ku Îsraîl li bakurê Îranê, li nêzî sînorê Rûsyayê, êrîşî keştiyên Hêza Deryayî ya Îranê kiriye. Hevdem, rojnamevanên malpera Amerîkî Axiosê jî piştrast kir ku balafirên şer zêdetirî pênc qeyikên mûşek-hilgir ên Îranê bi awayekî serkeftî hedef girtine.
Ev operasyon piştî daxuyaniyên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku di destpêka vê mehê de soza "jiholêrakirina tam a hêzên deryayî yên Îranê" dabû. Washington û Tel Aviv keştiyên şer ên Tehranê wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya enerjiyê, bazirganiya deryayî û trafîka keştiyan dibînin.
Deryaya Xezarê herêmeke jeopolîtîk a pir hesas e ku ji aliyê welatên mîna Rûsya û Îranê ve hatiye dorpêçkirin. Di dîrokê de heta niha li vê deryayê di navbera hêzên Rojhilata Navîn de tu pevçûneke leşkerî ya rasterast çênebûbû. Pisporên ewlehiyê destnîşan dikin ku veguhestina şer bo Deryaya Xezarê nîşaneya "guherîneke kalîteyî" ye. Bi vê pêngavê, Îsraîl peyameke xurt dide Tehranê ku dikare li herêmên herî dûr û "ewle" jî li şiyanên wan ên leşkerî bixe.
Ev êrîş her wiha wekî zexteke mezin li ser binesaziya deryayî ya Îranê tê nirxandin û fikarên li ser berfirehbûna şer ber bi sînorên Rûsyayê ve zêde dike.