PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîra Îtalyayê û hem wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku ew êrîşên Hûsiyan yên ser Erebistana Sa’ûdiyê şermezar kiriye.
Tajani got ku di Derya Sor de ewlehiya seyrûsefere girînge û ji bo krîzeka dinê li herêmê neqewime divê tedbîran bigrin.
Tajani, bi wezîrê karên derve yê Erebistana Saîdiyê bi Faysal bin Ferhan re axifî û li ser axaftina xwe di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:
“Di axaftina bi telefonê ya bi wezîrê karên derve yê Erebistanê bi Faysal bin Ferhan re, ji bo êrîşên Hûsiyan yên ser Erebistanê de, min ragihand ku em bi Erebistanê re hevkarin û min jê re got ku me êrîşan şermezar kiriye.”
Wezîrê Îtalyan behsa girîngiya ewlehiya serûseferan yên di deryayan de kir û weha got:
“Divê em ber li krîzeka di Derya Sor de bigrin. Eger krîzeka weha bi ya Tengava Hurmizê re bibe yek, wê zorê bide ser rêyên bazigranî yên dinyayê. Min piştrastiya parastina seyrûsefera deryayî, misyona YE yê di Derya Sor de ya bi navê Misyona Aspides jî di nav de, Îtalya biryardare di sefa pêşde cîh bigre, ji bo daxistina asta geremola Rojhilata Navîn û desteka ji bo diyaloga di navbera DYA-Îranê de, min car din tewrê xwe diyar kir.”
Tajani, bibîr xist ku di hefta borî de li Romayê Lubnan û Îsrail hevdîtin kirine û got:
“Di dawiya Temmûzê de em ê bibin malxweyê civîna Îsraîl-Filistinê ji bo çareseriya du dewletî û em ê hewlên xwe dewam bikin heya bikevin nav rastiya jiyanê.”