Îtalya mafê gera serbest ya Schengenê ji destê welatiyên Îspanyayê girt

Îtalya mafê gera serbest ya Schengenê ji destê welatiyên Îspanyayê girt

PeyamaKurd – Bajarê Sebte (Ceuta) yê li Afrîka Bakûr ku weka ciyekî otonome, ji welatê Fasê gelek koçber darbas dibin û heya niha jimara koçberên ku di wexta derbasbûna bajarê Sebte de, mirine jimara wan gihaye 57 kesan.

Li ser mijarê dîmenên ku ket destê serokwezîra Îtalyayê ya Meloni, wê li hev şaş kirin. Li ser tewrê Îspanyayê yê li hemberê koçberan, serokwezîra Îtalyayê Meloni mafê welatiyên Îspanyayê yên Schengenê ku dikarin li Îtalya serbest bigerin ji destê wan sitend.

Meloni di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku dîmenên ji Ceutayê ketine destê wê, dîmenên şokê ne. Meloni got ku bi dezgeyên pêwendîdar re civînan dike û dê Îtalya li ser mijarê temaşeger nemîne.

Rojnama El Paisê ya Îspanyayê ragihand ku dema koçber ji Fasê bi avjeniyê diçûn Îspanya bajarê Septe, 57 koçber di rêya avê de mirine. Li gor rêjeyên wezareta karên navxwe yê Îspanyayê jimara koçberên ku dageriyane Fasê ji 37,500 kesan derbas kiriye û ev rêje li gor jimara kesên ku ketine Sebteyê %75ê wan e.

Tîmên rizgarkirinê xebatên li peravan dewam dikin û bi sedema jimara kesên xwestine herin Sebteyê zêdene, dibe ku jimara miriyên wan jî zêdetir bibe.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, li Sebte ji rojnamevanan re got ku dezgeyên pêwendîdar xwe amade dikin da koçberan dersînor bikin.

Îspanya di 30yê Temmûzê de roja Pênşemê dema 800 koçber xwestin derbasî axa Sebte ya li Fasê ku ciyekî otonom ya bi ser Îspanya ve girêdaye, bibin, Îspanya maxeleyê koçberan kiribû.

Hukumata Îspanyayê ragihandibû ku di nav 24 seetan de, ji 49 hezar zêdetir koçber bi avjeniyê derbasê Îspanya bûne.