PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Giştî yê İyi Partiyê Mehmet Aslan eşkere kir ku ew dê li bajarê Îdirê di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bidin MHPê.
Herdu partiyên nijadperest ên Tirkiyê, Iyî Partî û MHP ku di bereyên cuda yên opozîsyonê de cî digirin, li bajarê Îdirê bûn yek û dê li hember namzedê HDPê piştgiriya hevdu bikin.
Seroka Giştî ya Iyî Partiyê Meral Akşener beriya niha gotibû, ew dê li Îdirê piştgiriya îtifaqa Cumhur (AKP-MHP) bikin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê İyi Partiyê Mehmet Aslan jî li ser navê partiya xwe bi fermî ragihand ku ji bo HDP şaredariyê nestîne ew piştgiriya MHPê dikin.
Herwiha namzedê şaredariya Enqerê yê AKPê Mehmet Ozhasekî jî spasiya Meral Akşener û partiya wê kir û got, “Em ne talibê dengên HDPê, lê talibên dengên hemwelatiyên Kurd in. Em partiyeke Kurdan û PKKê ji hev cuda dikin in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin