PeyamaKurd – Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda li Koşka Sipî ya DYAyê di civîna çapemeniyê ya cîgirê serokê DYAyê ya JD Vance de, ji Vance pirsa peymanê kir ku dê encama wê li ser Kurdên Rojhilat û êrîşên ser Herêma Kurdistanê çi be? Li ser pirsê Vance got:
“Peymana nû ya di navbera Tehran û Washingtonê de dike ku dewleta îslamî ya Îranê wekî dewletekî normal tevbigere û şert datîne ku dest ji tehdîdên xwe berde. Encama serkeftina pêvajoyê, wê bi awayekî baş di berjewendiya Kurdan de û di ya temamê xelkê herêmê de be.”