Vance bo Îranê: Îtiraza we ya peymanê hebe bi telefonê bêjin

Vance bo Îranê: Îtiraza we ya peymanê hebe bi telefonê bêjin

PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) James David Vance, li ser operasyona tolhildanê ya dawî ya li ser Îranê daxuyaniyeke tund belav kir.

Vance diyar kir ku welatê wî heta niha pabendî peymana agirbestê ya bi Îranê re bûye û hişyarî da rêveberiya Tehranê ku "dê bersiva her cûre êrîşê bi êrîşan were dayîn."

Vance li ser hesabê xwe yê medya civakî got: "Em wekî Amerîka her tim li gorî peymana agirbestê tevgeriyan. Eger îtirazên wan li ser sepandina vê memorandûma lihevkirinê hebin, dikarin bi rêya telefonê rasterast bi me re biaxivin."

Alîkarê Serokê DYAyê tekez kir ku pêngavên tundûtûjiyê yên Îranê bêbersiv namînin û her pêngaveke wiha dê rastî hêzên Amerîkayê bibe.