PeyamaKurd - Şanda Amerîkî ya bi Serokatiya Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey serdana sînorê Tirkiyê - Sûriyê yê li nêzîkî Idlibê kir.
James Jeffrey got ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bo karesateke mirovî rû nede şer dikin.
James Jeffrey da xuyakirin ku Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji wan û NATOyê kiriye û wiha pê de çû:
"Tirkiye hevpeymana me ya NATOyê ye. Artêşa wê bi giranî alav û cebilxaneyên Amerîka bikar tîne. Emê jê piştrast bibin ku ew alav û cebilxane amade bin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin