PeyamaKurd - Cîgira Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer, ser biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyakirin, hîn xeteriya DAIŞê ranebûye û gelek tiştên bo serkeftina dijî DAIŞê bên kirin hene.
Demmer di civîna rojnamevanî ya li Berlînê de li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, "Almanya wek parçeyekî ji hevpeymana dijî DAIŞê difikire ku ya baş ew bû ku li ser mijara vekişîna hêzên Amerîkî bi wan re jî danûstandin bê kirin.”
Berdevka hikûmeta Alman got, her çiqas DAIŞê beşeke mezin a erdên bin kontrola xwe ji dest dane jî hîn xeteriya wê berdewam dike û ji bo serkeftina nihayî gelek tiştên bên kirin hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin