Peyamakurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna Hevpeylmaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de axivî û got, dibe ku ew paqijkirina sedê sed ya rêxistina DAIŞê rabigihînin.
Trump daxuyakirin, hefteya pêşiya me dibe ku bi fermî paqijkirina sedî sed ya DAIŞê bê eşkerekirin û got, “Dixwazim li benda daxuyaniya fermî bim”.
Donald Trump destnîşan kir ku ji roja ew hatiye ser kar ve, daxwaza wî ya ewil xwestina planeke tunekirina DAIŞê bûye ji Pentagonê.
Trump spasiya hevpeymanan kir û diyar kir ku êdî DAIŞ di propagandayên ser înternetê de jî bêbandor bûye û wan zêdetirî 60 endamên herî bi bandor ên DAIŞê bêbandor kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin