PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê hişyarî li welatiyên xwe yên li Iraqê kir û daxwaz kir di demeke herî kurt de Iraqê bicih bihêlin.
Di daxuyaniya lezgîn a balyozxaneyê de hat ragihandin, silametiya welatiyên Amerîkî ji bo Serok Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio karê herî pêşîn e, Washington niha bijardeyên din dinirxîne da ku alîkariya welatiyên xwe bike ku ji Rojhilata Navîn derkevin.
Balyozxaneyê hişyariyeke tund da û got: "Îran û komên milîs ên hevpeymanên wê, gefeke mezin li ser silametiya giştî ne."
Hate diyarkirin, berê êrîşî berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê mîna otêl, kompanya û binesaziya hestiyar hatine kirin û metirsiya revandina welatiyên Amerîkî jî heye.
Balyozxaneyê temî li welatiyan kir ku xwe ji civîn û cihên giştî xwe dûr bixin, bi taybetî wan cihên ku pêwendiya wan bi Amerîkayê re heye. Ji bo wan kesên ku nikarin an jî biryara manê dane, daxwaz hat kirin ku di cihên aram de bimînin û xurek, av, derman û pêdiviyên sereke yên pêwîst ji bo xwe yedek bikin.
Balyozxaneya Amerîkayê ragihand, niha asmanê Iraqê girtî ye û ti geştek asmanî nîne. Lê belê rêyên bejayî yên ber bi welatên wekî Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve vekirî ne û amûrên veguhestina navxweyî kar dikin. Di heman demê de, hişyarî hate dayîn ku dibe ev dergehên sînorî bêyî agahdarkirina pêşwext werin girtin û geştiyar bi derengketineke zêde re rûbirû bimînin.