Ji ber artêşa Sûriyê, heya niha 142 000 kes ji Helebê derketin: Sûriye demografiya Helebê diguhêre

Dîroka Weşanê :
Ji ber artêşa Sûriyê, heya niha 142 000 kes ji Helebê derketin: Sûriye demografiya Helebê diguhêre

PeyamaKurd – Di 3 rojên dawiyê de bi sedema êrîşa artêşa Sûriyê ya ser Helebê heya niha 142 hezar kes ji Helebê derketine û Ereb demografiya Helebê diguhêrin.

Li Helebê bi sedema êrîşên Şamê perwerde û xebatên fermî rawestiyan. Di êrîşên HTŞê de heya niha 7 kes hatine kuştin û 64 kes birîndar bûne.

Operasyonên Şamê yên ser taxên Helebê yên ser Eşerfiye û Şêx Meqsûdê dewam dikin. Êrîş bi tank, top û çekên giran dewam dikin. Li gor ajansa SANA ya Sûriyê, Şam ragihandiye ku ciyên ji aliyê wan de hatine dorpêçkirin an ku 5 cîh, bila xelk ji wan deran xwe dûr bixe.

Kesên ji Helebê koç dikin berê xwe dişdin Efrînê.