Ji ber birîna êzingan kurê xwe kuşt û bûka xwe birîndar kir

Ji ber birîna êzingan kurê xwe kuşt û bûka xwe birîndar kir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Denizli li navça Buldanê Süleyman U. (90) li ser birîna êzingan bi kurê xwe yê bi navê İsmail U. (65) re munaqeşe kir û bi tivingê ew kuşt. Her weha bûka xwe ya bi navê Sultan U. Jî birîndar kir.

Li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan û tenduristiyê dema çûn ciyê bûyerê, dîtin ku İsmail U. li ciyê rûdanê jiyana xwe ji dest daye.

Sultan U. ya birînbar birin nexweşxana herî nêz ya navçê. Tîmên cendirmeyan Süleyman U. bi tivinga ku kurê xwe kuştiye ve xistin bin çav.