Di pevçûnê de bav û kur hatin kuştin û kurê dinê birîndar bû

Di pevçûnê de bav û kur hatin kuştin û kurê dinê birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Bursayê li navça Orhangaziyê li gundê Narlıca di navbera du malbatan de pevçûn çêbû. Di encamê de bav û kurekî hatin kuştin û kurê din jî birîndar bû.

Li gor şahidan; kesê bi navê Mutlu B. 2 hefte berê di çayxana malbata Yıldız an de bi kesekî re pev diçe. Piştî xwediyê çayxanê wan ji hev vediqetîne, Mutlu B. ji ciyê pevçûnê diçe.

Vê êvarê Zeki Yıldız û kurên wî Semih Yıldız û Melih Yıldız diçin çayxaneyekî dinê ya ku Mutlu B. lê ye. Mutlu B. derdixin derve û pê re munaqeşe dikin.

Di wexta pevçûnê de Mutlu B. demança xwe ji ber xwe derdixe û berî her sê kesan dide an ku bav û her dû kurên wî.

Li ser agahdarkirina tîman, cendirme û tîmên 112an diçin ciyê bûyerê. Dibînin ku bav Zekî Yıldız û kurê wî Semih Yıldız mirine.

Melih Yıldız ê birîndar bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya Orhangaziyê. Hat ragihandin ku rewşa wî baş e.

Cendirme Mutlu B. xistin bin çav û lêkolîna li ser rûdanê dewam dike.