Kurê serkirdeyê Hemasê û 4 kesên din hatin kuştin

Kurê serkirdeyê Hemasê û 4 kesên din hatin kuştin

PeyamaKurd - Rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku kurê rêberê Hemasê û serokê şanda danûstandinên agirbestê Ezam Xelîl El Heyê 6ê Gulanê hatiye kuştin.

Hate diyarkirin, Ezam Xelîl El Heyê doh êvarî di êrîşa dronan Îsraîlê de li taxa Derec a rojhilatê bajarê Xezayê birîndar bûbû.

Çavkaniyên ji Nexweşxaneya El Ehlî El Erebî (Mamedanî) jî diyar kir ku birîna Ezam El Heyê giran bû.

Çavkaniyekî ji Hemasê jî piştrast kir ku êrîşa Îsraîlê ya doh giran û berfireh bû, di encamê de 5 kes û Ezam El Heyê hatin kuştin.

Heta niha 5 kurên Xelîl El Heyê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin. Cêwiyê Ezam (Humam) tevî hejmareke rayedarên din ên Hemasê jî di êrîşa Îlona 2025an de li Qeterê hatibû kuştin.