Jinekî kurê xwe yê nexweşê Losemiyê kuşt û di pey de xwe jî kuşt

Jinekî kurê xwe yê nexweşê Losemiyê kuşt û di pey de xwe jî kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê İzmirê li navça Urlayê jineka xaneşîn ku berê zilamê wê miribû, bi kurê xwe yê bi nexweşîna losemi re dijiya. Jina bi navê N.K. ewilî kurê xwe yê losemî yê bi navê B.K. (19) bi demançê kuşt û paşî demançê bera xwe jî da û xwe jî kuşt.

Rûdan, li ser kurê bi navê B.K. (19) ji ber serê siba neçû dibistana xwe ya perwerda taybet aşkera bû. Wezîfedarê dibistanê dema çû mala B.K. ku wî bibe dibistanê, xwendwevan li ciyê xwe amade nebû û çû mala wî.

Wezîfedar dît ku deriyê malê yê derve vekiriye û bi cîranan re ket hundirê malê. Dîtin ku kur û dê li malê mirine.

Tîmên tenduristiyê û asayîşê agahdar kirin û dema tîm gihan malê, tîmên tendursitiyê dîtin ku dê N.K û kurê wê B.K. jiyana xwe ji dest dane. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.