PeyamaKurd – Be sedema barîna berfê YHY sibê, 61 seferên xwe betal kir. Ragihandin ji aliyê berdevkê THY Yahya Üstün de hat kirin.
Yahya Üstün di daxwuyaniya xwe de got ku ew dikarin rewşa bilêtan û bijarteyên seferan di ser malpera wan de bişopînin.
Wezareta gihandinê ya Tirkiyê ragihand ku bende ne di 3 rojanên bê de, berf bibare û heya pêdiviya xelkê nebe bila dernên seferan, xwediyên erebeyan lastîkên xwe yên berfê bikarbînin, kontrola mazot û benzîna xwe bikin, xalat, takoz, zincîr û alavên weha bi xwe re bigerînin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di agahiyên metorolojî de Rojavayê Derya Reş, Anedola Navîn, Rojhilatê Anedolê û Rojhilatê Bakûrê Anedolê wê 3 roj berf bibare.